Episode 1: Muzîka Xiristiyan a Kurdî - "Hêvî ji bo Kurdan".3gp / 3gp."الموسيقى الكردية المسيحية - "الأمل للأكراد

3:26
 
مشاركة
 

Manage episode 317641082 series 3304456
بواسطة Bahrain Words of Life، اكتشفه Player FM ومجتمعنا ـ حقوق الطبع والنشر مملوكة للناشر وليس لـPlayer FM، والصوت يبث مباشرة من خوادمه. اضغط زر الاشتراك لمتابعة التحديثات في Player FM، أو ألصق رابط التغذية الراجعة في أي تطبيق بودكاست آخر.
Musique Chrétienne Kurde - "Espoir Pour les Kurdes".3gp / Kurdish Christian Music - "Hope for Kurds".3gp KORÎNTÎ I, 15Rabûna Mesîh1. Niha birano, ez wê Mizgîniya ku min da we û we jî qebûl kir û hûn tê de dimînin, bi we didim zanîn. 2. Eger hûn wê Mizgîniya ku min daye we hişk bigirin, hûnê bi wê rizgar jî bibin; an na, we badîhewa bawer kiriye. 3. Çimkî ya ku min stand, min berî her tiştî ragihand we. Wisa ku, Mesîh li gor Nivîsarên Pîroz, ji bo gunehên me mir Îşaya 53:5-12 4. û hat veşartin û li gor Nivîsarên Pîroz roja sisiyan hat rakirin. Zebûr 16:8-10 5. Ji Kîfas re, piştre ji diwanzdehan re xuya bû. Lûqa 24:34-36; Metta 28:16-17; Marqos 16:14; Yûhenna 20:19 6. Piştî vê jî, di carekê de ji pênc sed birayî zêdetir kesî re xuya bû; û pirraniya wan hê dijîn, lê hin ji wan razane. 7. Piştre ji Aqûb re xuya bû, piştre jî ji hemû Şandiyan re. 8. Piştî hemûyan jî, ji min re jî xuya bû, ez ê ku mîna zarokekî jiberçûyî me. Karên Şandiyan 9:3-6 9. Çimkî ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin; ji ber ku min tengahî da civîna bawermendan a Xwedê. Karên Şandiyan 8:3 10. Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî. 11. Îcar, eger ez an jî ew, em weha didin bihîstin û we jî weha bawer kir.

94 حلقات